13 Haziran 2014 Cuma
Ey kesê şehreza! Bizane. Dil asêgeha sirra ne
Dev jî deriyê dilan e. Devê xwe ji sirran neveke ku
Tu nebê dîlê dilan e.
Bederya der menfai
bişûmarest
Eger xahî selamet der
kenarest
Berjewendiyê ji derya yê pirin bê goman
Ger ewlehiyê divê durnekeve ji kendavan
-GÛRK ZADE AQÎBET GÛRK ŞEWED.
-Benî âdem âzay yekdîgerînde
Ki der âferînîş zî,
yek gewherende
Zilmê li yên erdê neke,da ku yê li asîmana zilmê li te nekê.
Gusfend berayî çuban nîst
Belkî çuban berayi xizmetî îst
Ne durre ji şikandina bi kewir ji qîmêt di kevê
Ne kewîr bi şikandina durre buha dibê
Dengê dahola navvala ji dengê cêrê dagirtî gurtir e.
Ger kewir hemî şadil bane
Wê hestem di buhayê gewher de bane
Ger gewher bi kevê çiravê ji gewhere
Ger toz biçê asîmanan jî toz e
Gewher bi giraniya xwe binav dibe
Toz bi sivikbuna xwe difirê
Bi qasî kovanên me di xuyanka kal de jî bê canê me, bi qasî
hêvîyên me ciwana dilê me.
Mirov tev ji axê ne û weger li axêye. Lo ma ey kesê şehreza!
Li jiyane jî wekî axê be. Zani be tewazu mezinahiya herî mezin e.
Raste ! elmas ji zêr buhatir e belê ne zêr e
belkî piling ji şêr bikêrhatîtir e. lê nav ne şêr e
belkî piling ji şêr bikêrhatîtir e. lê nav ne şêr e
Ji mezina hatiye gotin: ger
durreyek bi kewirekî werê şikestin, ne durre ji buhayê xwe dikevê ne ji kewir
buha dibê. Durre, durreye. Kewir ji kewir. Lewma ey kese şehreza ji gotinên
nezane neşike. Bizane ne tu bi gotinên wan ji qîmet dikevê ne jî ev bi qîmet
dibin. Li hember gotinên nezana giran be. Her weha ji mezina weha hatiye gotin:
gewher ji giraniya xwe di çiravê de xerq dibê, toz ji sivikbuna xwe di bahozê
de bilind dibê. Gotina ne gotî mîna tîra di kevanê de ye. Belkî jî şurê di
kalan de ye. Guhdirêj û gotinkêm be. Ne bêje lê bibihîze. Gewherê zanetiyê
kêmgotine. Wekî ku mezina gotiye : dengê dahola navvala ji cêrê dagirtî gurtir e.
Car caran tê dîtyar bibê ku; poşîna nezanan ji ya zaneyan xweşiktir e. Qet jê
tengezar ne be. Her weha; huner hemî ji destê rastê bê jî, gustiliya zêr di destê çepê de ye. Tu
guh neda xemla nezanan. Mezina weha gotiye “ gelek şah hene bi libsê gavana, gelek
gavan hena bi libsê şehane” Ey kesê şehreza meyze bike Seydayê Xanî çi hikayet
kiriye “Şah in em bi xef bi libsê dîba / Zahir ji xwe em bi palasî poş in.
Ey kesê zana û şehreza! qet
nekeve tora nezanan. Gotinên te li cem wan a bêhûdene. her weha ji zanayan weha hatiye bihîstin ;
“
Ger Qasre Kesra dibistan bikî
Fuzulî
û Xanî lê mamosta bikî
Kerê çil salî lê perwerda bikî
Piştî çil salî İcazet zirin e…”
Kerê çil salî lê perwerda bikî
Piştî çil salî İcazet zirin e…”
Ji pêşiyan weha hatiye çîrokkirin:
rojekê çukek faqa nêçirvanekî. Li ber guranê çuk hate ziman. Got “ ya nêçîrvanê
hêl ka bala xwe xweş bide min ez çendî çukek biçuk im tu dibînê. Bawer bike ji
goştê min têrxwarina te tuneye. Tu biya min bikê min berde. Ezê bi hesabê ji
goştê xwe zêdetir aqilekî bidim te” gotinên çuk bala nêçîrvan kişandin got gelo
wê çi gotin çêbibê ji wî çukî? Li hevkirin neçîr û nêçîrvan. Çuk bi heva ket li
ser çiqilê darê danî. Got “ ya nêçîrvanê hêl çima te ez berdam. Raste! Goştê
min hindike lê belê bandor ne di hindik û gelek de ye. Zani be goştê min dermanê
miriniyê. Dema ku çuk weha got nêçîrvan xwe zerkiriyê de. Çuk çiqilek din bi
hewa ket û got “ ka bi sekine nêçîrvanê delal. Me li hev kiribu bi soz û
peyman. Ezê bidim te yek aqilê buha giran. Eve şireta min li te; ger te girt
bernede. Ger te berda duvnekeve” Her weha ji mezinan hatiye gotin: dil
girtîgeha sirra ye. Dev jî deriyê dil e. Lo ma ey kesê şehreza devê xwe ne weke
da ku sirra te ne revê. Ger sirra te reviya jî bi duvnekeve.
Haveynê mirov axe. Wegera wan jî li axê ye. Lo
ma ey kesê şehreza! Di jiyana xwe de wekî axê bê. Ya ku yek lib genim bi
simbilan, yek bizirî bi gulan didê ax e.Ji zana û nezanan re ya ku pêsîra xwe
wedikê ax e. Tu jî wekî axê be. Bizanibe
ji tewazuyê mezintir mezinahî tune ye. Her weha ji zana weha hatiye gotin “
gewherê hebunê ax e”
Ji kevnezilaman weha hatiye
çîrokkirin: rojekê ji rojan nezanekî dewlemend kerê xwe ji gencîneya xwe
barkir. Mixabin û sed mixabin ku nezanî nabê sedema hejariyê. Xelkno! li vê
ecêbê ku aliyek xurcikê ji zêran aliyê din ji kewiran li hev kiri bu . Xortek lê rast hat û got “ xalo ma zora te li
vî dehbeyî çi ye ku te hewqas bar lê giran kiriye?” got “xwarzê bi qesema navê xwedê bikim yek
alî ji zêran tijiye yên din ji kewiran li hev rastkiriye” got “ xalo qet hewceyî
vê giraniyê tune. Kewiran vala bike zêran li çavê xurcikê leva bike” got “ ez
bi serê te xortê delal bikim ev gotina rast e ez tesdîq dikim doxriye ” kesê
nezan barê xwe ji nu saz kir û kete rê. Got” ez kese weha nezan xwediyê hewqas
zêr im, gelo kî dikarê zêrê vî xortî bihijmerin?” bangkir “ wa xortê delal de
ka hed û hesabê zêrê xwe ji xalê xwe re bêje” mixabin û sed mixain ku zanebun
nabê sedema dewlemendiyê. Xort got “ xalo bi xwedê ez ev im rut û tazî me”
Îdî ey kesê şehreza ji mal û mewdanê nezanan tengezar nebe
lo ma ji mezinan hatiye gotin ku; hemî huner ji destê rastê belê gustiliya zêr
li destê çepê” her weha me gelek gavan ditin e bi libsê şehan û me gelek şah
ditine bi libsê gavanan. Guşidar be bê seydayê xanî çi gotiye. El qisse hewce
bi gotina zêde niye “ şah in em bi xef bi libsê diba / zahir ji xwe em bi
palasî poşin.”
Ey kesê şehreza û zana! Bizane Berjewendiyê ji deryayê pir
in bêgoman
ger evlehiyê divê durnekeve ji kendavan
ger evlehiyê divê durnekeve ji kendavan
0 yorum:
Yorum Gönder