DÊSTPEK-ANASAYFA

Evînname II

12 Haziran 2014 Perşembe

Palgeha min!
Asêgeha min! 

            Bi destura te min divê di hembêza te de razim îşev torînê. Fikar û keserên xwe bi sipêrim ser perdê dilên te û xwe berdim kurahiya deruniya te
qolinca min î şevan!              
Ez pir westiya bum tu pir mijul buyî van rojan. Ez westiyam torîna min, di serî de ji mijuliya te di dawî de ji westina xwe, tişta ku di navberê de ma jî ji jiyana min î kêm wate…
            Meyze bike torînê! Ev kesê ku te gelek caran jê re gotî “ tu gelek bi semaxî” mina çukekî berfêye. Bes e ev taswîr? An ev taswîr bes e?                     
            Giyana min van rojan roj hînik şev bi seqem in wekî min. Min bêriya te kiriye. Min sar e.
            Di vî bajarê ku xwe herdem nujen dikê û rojbiroj serhêjmara xwe zêde dikê de ev panzdeh metreçarçewa ya min e. Û di vê mezela teng de ez dawiyê li nameya xwe tînim. Ezê cixayekê bipêçim. Raste rast cixare buye parçeyek jiyana min. Ezê parçeyên xwe bidim hev bi vexwarina vê cixareyê. Serî û binî cixareyek bu, dev jê berde.

Ez ji te hêz dikim. Ta nameyek din bi xatirê te ( ez dizanim ku tu ji vê peyvê nexweşî. lê bi xatirê te…)

0 yorum:

Yorum Gönder