DÊSTPEK-ANASAYFA

Evînname III

12 Haziran 2014 Perşembe

Sedema hebuna min !
Ezê bi ramanên te hevokan sazbikim neha. Ku ev hevok jî ji devê te ye.Min xwest ku bi rengê nameyê bê û navê wê jî Evîn(n)a-me be.
Torîna min!
Dermana min!
Qolinca minî şevan!
 Ji te re hesreta xwe, bêrîkirina xwe û bêsedemîtiya xwe şirove bikim. Mina xweziya hembezkirina te yî  bêsedem. Ez bêriya te dikim mîna xwestina ramusanên te yî bêsedem. Ger tû bi pirsê “ qet tu na westê?” ezê bêjim “belê” bi her du hebunên xwe jan dikêşim. Lê ev jana ku ez jê hezdikim e. Ne janek hesane.
 Pir xweş,
 pir sosret,
pir xamoş e ( herî gelek tu bi kartînê vê peyvê. Yekem te nav lê kiribu “ binevşa xemgîn”)
Car caran kenê te tê ber çavê min. Kenê te! Ew kenê ku hîn min nedîtiye. Ez dengê kenê te xweş nasdikim. Ez xweş xeyal dikim kenê te. Tu jî ji van kesê kenveşêrî… ger tu bêjê “na!  Ez na veşêrim” di vê nameyê de bê derfête mûdaxeleya te. Min goti bu te ji raman û hêstên te lê ji hêla min tê nivisandin ev name. Dil şewitî ji eşqa te. Dengê strana “ dil şewitî ji eşqa te” tê guhê min  lê cendekê min di helin. Ji dil ez ji vê ne nexweşim. Li xweşiya min tê. Lixweêşe? Ez nizanim lê ez jê hezdikim. Ez yek bi yek hez hêstên te yên bi min re dikim. Hez BAGOK’ê ji dikim hez berbangê jî. Şagirtên dibistana seratayî hîn bi min şêrîntir tên îdî.
Torîna min !
ez nebaşim lê pir jî başim. Hêstên jiyana min yên herî bi wate, herî bi dilberî, herî bi dilhej dijîm carekedin. Hebuna te bi min re mezin dibe. Xeyalên min hene! Xeyalên bi meyî. Emanet ha! Emanet ha em dest nedin van xeyalan, nexwe emê têk herin cana min. Xeyalek min heye canê, ku her şev dibê mêvanê xewnên min. Ji beyanê zû heşyar dibim. Bi xurînî ez ji malê der têm. Li ber derî ez te di bînim.Eve xeyala min. dewama wê tune an hîn min dewama wê xeyal nekiriye.ya herî xerab eve ku canê; tunebuna te yî li ber deriye.

Kulîlka ber deryaya min! Ez dawiyê li nameya xwe (te) tînim û hevokên bê “ bi xatirê te” ji te di xwazim. Kena li ser lêva min; ez ji te hez dikim….. 

0 yorum:

Yorum Gönder