DÊSTPEK-ANASAYFA

Evînname I

12 Haziran 2014 Perşembe

Torîna min!
Cana min !
Jana min!

         Hêstên ku te tam nekirine hene di jiyana min de. Hêstên ku te qet ne jiyan e. Belkî jî tu qet najî. Hêstên bi hemberê mirinê, birayê jiyanê. Wendahiyê ku qet tu tênegîhijê hene di jiyana min de. Ez aliyê din ê jiyanê me. Bi te re jî gerdeniyê biçuk û hesinî hene. Ger tu bi bêjê “ bi amurek muzîkê ji min re şîrove bike; da ku ez têbigîhêjim.”Tim ew dengê
melûl,
zîz
ya bilura şivana ye jiyana min.
Zor
Bi kêf
Bi aram
Û rengxwelî
         Di zivistana ku tenha tenha nêzîkahiyê dikê de, zilamek bi tama payizê û xericî heye. Bi fikire neha; berf dibarê. Lê li dijî zagonên siruştê; ne ji jor lê ji çep û rast, çar alî. Tu belekê berfê yên ku li ser milê te re firê didin xwe dibînê. Û li xwe di zîvirê. Li wir reşahiya zilamê bi rengê payizî xuya dike. Ew rawestiyaye. Ew nayê. Êêê! Min gotibu te di tama payizî deye. Ew ez im. Sor jî dibim zer jî. Hêz reşê ji dikim lê tim li benda sipiyê me. Îdî tu hindekî şîrove bike lê!
Dubendiyên xwe,
 deruniya xwe,
 kurahiya dilê xwe… 
lê di serî de evînê berde kefamista min. Bi qasî ku te jiyaye. Çê nabê ? Ez destwekirî li benda te me; bi tama payizê.
Qey tu kêm cegerî? Gelo wê hêstê şerekî giran dibînê ? Berde kefamista min.
Ne reve,
 Şabibe,
bi qîre.
neavêje nava xwe.
         Ez ji te hêzdikim loma li benda te me.
         Ez ji te hêzdikim
         Ez li benda te me
         te divim!
Me têra xwe evîn walakire kefamista xwe. Îdî dora jan û xeman e. Janên giran berde kefamista min. Aha cudahiya min ev e. Ez ji janên te jî hêzdikim, ji evîna te jî. Têbigêhêj e.
Daxwazên min eşkere ne; li min bijî, bi min re bijî.
Ez ji te hêzdikim.
Li benda te me.

Ez te divim…

0 yorum:

Yorum Gönder