DÊSTPEK-ANASAYFA

Dîroka Zimanê Kurdî

8 Haziran 2014 Pazar

  • Dîroka Zimanê Kurdî

    Ravekirin û terîfeke civaka kurd hîna hêsantir e. Gelê Kurd û lawir xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarvanî weke têgeh ji Kurdan dûr e. Belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajarvaniyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî nîv-koçertî nîzama tevgerê û cih û warê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir, dagirkeran ava û tijî kirine; lê ev yek nayê wê wateyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyan. Di serî de dewletên Urartu, Med û Mîtan, tê zanîn ku bûne xwedî gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hikumetên eyaletan avakirine. Lê ji ber ku dewlet û hikumdarên ku avakirine, temendirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên dagirker û ji civakên hawirdorê pêk hatine. Di serdema seretayî de Sumer, Asur, Aramî, Pers û Helen muhra bandora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hiştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran ve rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî xîm û kokeke wî ya kevnare heye jî bi sedema ku kêm bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belgeyan li dawiya xwe bihêle û bi pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi riyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê. Çand û zimanê Kurdî, bi ihtimaleke xurt ku –gelek arkelog vê dîtinê parve dikin- weke çand û zimanê yekemîn şoreşa neolotîkê li qûntara çiyayên Zagros-Toros daye destpêkirin. Bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hint-Ewrûpayî ne, pêk aniye. Tê texmînkirin ku, BZ ji salên 9000’an pê ve ne bi fîzîkî, lê bi awayekî çandî li erdnîgariya Hint-Ewrûpayê belav bûye. Em bixwe jî dikarin vê pêkhatina wê bibin heya BZ salên 15.000-10.000’an. Bi ihtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) weke ziman û çanda herî  xwecih -otoktan- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurdî BZ di salên 6.000’an de êdî pir cihewaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Huriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Huriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezarên salan bi tekoşîneke eşîr-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asur, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî tu qewm û nifş bi qasî Kurdan di eşîrên li hemberî koçer û xwecihiyan de cih negirtine. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihîje, Hîtît, Luwî, Îon û Persan rola Hurî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyêye ku gelên behsa wan tê kirin, nêz-dûr ji koma zimanên Hint-Ewrûpî ne.
    Di dîroka Heredot de pir aşkera tê dîtin ku ziman û çandên bandora xwe li Helenan kirine, çavkaniyên wan Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400’an pir zêde di bin bandora Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên madî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Urartu, Med, Persan wergirtine û bi senteza xwe ve dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hurî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên ku bi koka xwe Hurî ne (1500-1250) Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600) Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi konfederasyonên eşîr û qraliyetan ve jiyane. Civaka Kurdan a di van deman de hiyerarşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov dibîne ku pergaleke xurt a bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolotîk a cotkariyê de jin hîna çalak e. Ji ber vê yekê  di civaka Kurdan de jin xwedî giraniyekê ye. İhtimaleke xurte ku jinê ev hêza xwe demeke dirêj bi kar aniye. Bingehê wê jî şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedewend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin.
  • Zerdûştî BZ di salên 700-550’an de weke şoreşeke zîhniyeta Kurdan pêş ketiye. Zîhniyeta Zerdûşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywanan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, weke têgihiştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe. Bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di teşegirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Musevîtî û Îsevîtiyê rola civakbûnê (çavkanîbûyînê) lîstiye. Şaristaniya Persan, a rastîn şaristaniyeke ku Medan avakiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di dîroka Heredot de ev rastî pir aşkera diyar dibe. Ji serî heta dawiyê etnîka duyemîn e, hevparê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş didome. Di heman şaristaniyên Îranê de heke mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de nebîne, wê helwesteke realîst be. 

  • Li ser Çanda Kurdistanê Polîtîkayên Pişavtinê Yên bi Darê Zorê
          Yek ji polîtîkayên civakî yên aliyên desthilatdar û şer, herî zêde serî lê dane polîtîka pişavtinê ye. Bi gotineke giştî pişavtin, helandin û bişaftina çandê ye. Aliyên desthilatdarî û şer bi polîtîka pişavtinê dixwazin komên ku di bin destên xwe de digrin, ji hêza berxwedanê bixînin û ji bo vê yekê jî amurên di destên wan de jê distînin. Di serî de li ser zimanê herêmî ku zihniyetê îfade dike zimanê serdest tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî çanda zimanên herêmî têne baskokirin (kezaxtin) û nikarin di jiyanê de rol bileyîzin. Çand û zimanê serdest weke zimanê xwendin, siyaset û aboriyê ji bo kesên ku bi kar bîne xwedî sûd e. Kesê çand û zimanê bindest jî bi kar tîne winda dike. Di nava vê dualitiyê de zehmet dibe zimanê herêmî xwe li dijî zimanê desthilatdariyê rabigre. Nexasim ev ziman nebibin zimamê nivîsê û zaravayên xwe yên sereke destnîşan nekiribin. Wê demê dê dawiya van ziman û zaraveyan tarî be. Pişavtin ne tenê li ser ziman her wiha li ser hemû saziyên civakî yên desthilatdariyê şekil dane wan tê meşandin. Ol û neteweya serdest di her astê de li gor rastiya saziyê tê dawerivandin. Sazî heta di warê siyasî, civakî, aborî û heta zihnî de bi awayekî fermî were naskirin û bi awayekî hiquqî were parastin, saziyên hindikayiyên din û yên têkçûyî xwe li gor saziyên serdest an bi zorê yan jî bi dilê xwe, li pişavtinê diqewimin û di nava fermiyetê de cihên xwe digrin. Zordarî aborî û berjewendiyên siyasî çiqas bikevin rojevê helandin jî ew çend zû dibe.
    Li ser hebûna çanda Kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê pişavtina bi darê zorê roleke wêranker (texrîbkar) lîstiye. Em dikarin heman rêbaza dîrokî pêk bînin û biçin hetanî serdemên seretayî. Heke ku em bibêjin çand û zimanê Sumerî ziman û çanda herî mezin a pişavtinê bû, divê weke gotineke nepixandî neyê dîtin. Em vê yekê ji nîzama hevok û peyvên wê fêm dikin. Berê zimanê Sumerî û li gor rêzê Hurî, Mîtanî, Urartu, Medî û Persî, piştre jî li gor rêzê zimanê Babilî û Asurî çavkaniyên wan Aramî ne. Paşî jî Aramî di serdemên seretayî de li Rojhilata Navîn zimanên pişavtineke mezin bûn. Mirov dikare vê rastiyê di kewaleyên (kîtabeyên) Hîtît, Urartu, Mîtanî, Med û Persan de bibîne. Mîna İngîliziya îro, zimanê Aramî jî weke “înteretnîsîte” ya wê demê zimanê hevpar ê ji hev du fêmkirinê bû. Nexasim arîstokrasî û bûrokrasiya dewletê yek ji zimanekî zêde bi kar tîne jî zimanê Aramî ye. Zimanê herêmî tevî zimanê Aramî tê bi karanîn. Mîna ku em îro jî dijîn, zimanê fermî yê desthilatdariyê di danûstendinên fermî yên dewletê de esas tê dîtin û di wê demê de Aramî- hînê berê Akadî û Sumerî- zimanê esasî ye. Zimanên herêmî zêdetir di nava gel de ku kesên xwendin û nivîsandina wan nîne weke amurekî ragihandina devkî bi kar tînin. Mirovê vê rastiyê dikare di kewaleyên Urartuyan de bibîne. Çawa ku piraniya rêveberên welatên bindest bi zimanên İngîlîzî û Fransî dipeyivin.
    Di kewaleyên Persan de cihê Aramî aşkera ye. Di wê demê de li hemû Rojhilata Navîn hem zimanê dîplomasiyê hem jî zimanê bazirganiyê ye. Di hemû belgeyên pêwendîdar de tê dîtin ku pişavtin di mîmariyê de, di rêveberiya dewletê de, di wêje û hiquqê de roleke mezin lîstiye. Heta tê texmînkirin ku Îsa jî bi Aramî zanibûye. Zimanê Suryanî ku şêweyekî neteweyî yê Aramî ye, amurekî din ê pişavtinê ye. Wê demê zimanê Îbranî hêjî di qadeke bi sînor de xwedî bandor e. Lê Helenîzm ji ber ku di rewşa dijber de belav dibe, zimanê Helenîzmê li Rojhilata Navîn xwedî bandor e; mîna İngîlizî û Frensiya îro. Helenî û Suryanî jî bi hev re di riyekê de ne. Her du jî li Kurdistanê, nemaze li bajaran ji bo bitesîr bibin têdikoşin. Rûha ji bo vê yekê mînakeke xweser e. Aramî çandeke kûr e ku Ermenî, Suryanî, Erebî, Kurdî û herî dawî jî Tirkî jiyaye. Lê belê di heman demê de rê li ber pişavtineke dijwar û kozmopolîtîzmeke zêde vedike. Mirov ji rewşa îro ya Rûhayê vê rastiyê baş dikare fêm bike.
    Rola zimanê Suryanî di çanda Kurdistanê de ji Erebiya paşî li pêştir e. Mirov dikare bibêje weke zimanê ronîbûnê rol lîstiye. Ya esas ji ber ku Suryanî li bajaran rûdiniştin, ev encam derdikeve holê. Kurd weke xelkê Komagene zarava û zimanê devkî yê koçerî û gundîtiyê bi kar tînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî bisînor in, lê nayê wê wateyê ku qet nîn in. Nemaze li paytexta Mîtaniyan Waşukaniyê (li ser sînorê îro yê Suriyê-Tirkiyê bajarê Serekaniyê û Amûdê) gelek belgeyên nivîskî nîşan didin ku BZ di salên 1500’an de proto-Kurdî weke zimanê nivîsê hatiye bikaranîn.
    Li Kurdistanê BZ di salên 300-250’an de di heman qraliyetên Helen de hebûna xelkê bi koka xwe Helenin, nemaze giraniya wan a li bajaran nîşan dide ku zimanê Helenî demeke dirêj hatiye bikaranîn. Mîna rola zimanekî metîngeriyê rol dilîze. Mîna di roja me ya îro de bajarên Kurdistanê bi çand û zimanên biyanî dijîn û xelkên li derveyî bajaran jî bi çand û zimanên xwe yên herêmî dijîn.
    Bi Îslamiyetê re zimanê derdikeve pêş zimanê Erebî ye. Erebî ku berê zimanê bedewiyan bû, bi bajarbûn û derketina Îslamiyetê re li Rojhilata Navîn bû zimanê herî xwedî prestîj ê zanist û wêje yê. Erebî weke zimanê fermî yê desthilatdar û şer serdestiyeke mezin bi dest xist. Li hemberî zimanên qels ên bi koka xwe Efrîqîne, li hemû bakurê Efrîqa û heta başurê Zagros-Torosan serdest bû. Çand û zanist jî bi Erebî tê kirin û tê jiyîn. Xwedî cihekî cihêwaz e. Yên zimanê Erebî bi kar tînin, dikarin di nava bîrokrasiyê de cih bigrin, dikarin di nava çîna zanyaran de cih bigrin û zanistê bikin. Ji lew re Erebî zimanê mezinbûn û berjewendiyan e. Girîngiya wî ya heta îro jî deyndarê van rastiyên madî ye. Piştî Erebî rola Farisî hîna bisînor e. Ew jî nexasim bi desthilatdariya Selçuqiyan li Îranê bû zimanê fermî û belav bû. Kengî Selçuqî Anatolyayê dagir dikin û dewleteke navenda wê Konya avadikin jî zimanê wê yê fermî Farisî ye. Mewlana berhema xwe ya bi navê “Mesnewî” bi Farisî nivîsandiye. Zimanê Tirkî jî weke zimanê Kurdî wê demê xelkê li derveyî bajaran weke amûrê axaftina devkî û wêjeyê bi kar tînin.
    Serdestiya Erebî, li Kurdistanê bitesîr bû. Nemaze tebeqeya mele- seydayan zimanê Erebî weke zimanê îbadetê dibînin û ev yek dibe sedema bandoreke dijwar. Her wiha xelkê li bajaran dilê xwe dibijînin şêwaza jiyana Ereban. Em ji kinclixwekirinê şikil û şibût bigrin heta dara nifşan (secere) a xwe digihîne Ereban, dibe mode. Di çîroka her xanedaniyê de qulpeke Erebî pir normal dibe. Serdestiya di warê perwerde, hîndekarî, mode, siyaset, dîplomasî, huner û zanistê de li ser zimanekî mîna Farisî ku di warê dewletê de xwedî tecrûbe bû jî, bandor kir. Nîv bi nîv dagirkeriya Erebî diqewime, hemû Rojhilata Navîn nav û leqebên Erebî li xwe dikin. Ev serdestî heta pêşketina têgihiştina netew-dewletan û neteweyan bi awayekî dijwar didome.
    Bi belavbûna sîstema kapîtalîst û şikilgirtina netew-dewlet re pêvajoya pişavtina li ser çand û zimanê Kurdî hîna dijwartir dibe. Li zordestiya Erebî û Farisî, ya Tirkî jî zêde dibe. Di serdema seretayî û navîn de çand û zimanê Kurdî yê di nava etnîsîteyê de hebûna xwe parast. Bi derfetên teknîk û zanistê yên zêdebûn sê çand û zimanên serdest weke çand û zimanên fermî bi bandora xwe zimanê Kurdî baş pelixandin û helandin. Çand û zimanê ku di serdema navîn de jî gelek berhemên wêjeyî (mîna Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) dan, di bin zexta siyasî de her ku çû teng bû. Kurdîtî weke çand û ziman xistin rewşeke biguman. Kirin mijara guneh û gunehkariyê, her ku çû Kurdbûyîn krîmînalîze kirin. Bi pratîka herî dijwar a guneh-zindan a bûrjuvazî re rûbirû hate hiştin. Pirsgirêkên têkîliya wan bi rastiya Kurd re hebûn, di kategoriya gunehên xeter de hatin hesibandin. Her sê netewe-dewlet jî –Tirk, Fars û neteweya Ereb- ji çand û zimanê dewletê wêdetir li ser hemû hebûna wê helandin dûrkirin û kampanyayeke bi çand û zimanê serdest ve girêdan û bi dijwarî dan meşandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî Kurdî jî tê de hemû dibistanên perwerdehiyê lê hatin qedexekirin. Lê derfet û îmkanên wî/ê hebûna dikaribûn li dibistanên neteweyên serdest modernîzm hînbibûya. Kurd û Kurdî di her warî de li derveyî modernîzmê hate hiştin. Çapkirina pirtukan rojname û mûzîkeke herî normal a Kurdî weke Kurdewarî hate hesibandin û di çarçoveya guneh de hate qebûlkirin. Lê wan bi xwe di zimanê xwe de neteweperestiyeke ku ji neteweperestiya Hîtler jî dibore dikirin. Ji teoriyên wan ên neteweyên herî mezin gav nedihatin avêtin. “Miletê necîb” navê Ereban bû. Tirkîtî rastiyeke bexteweriyê bû. Farisî esilzadeyiya herî mezin a dîrokê bû. Hîsên neteweperestiyê yên ku kapîtalîzmê şiyar kirin, bûn xwedî bandoreke narkotîkane ku hemû rewşên paşverû binuxûmîne.
    Lê sêyemîn pêngava mezin a globalbûna kapîtalîzmê mezinbûna lokaltiyê weke nirxeke pêşveçûna teknolojiyê ye. –radyo, tv- qedexeyên li ser ziman bêwate kirin. Xebatên li derveyî welat kirin ku hindekî Kurd û Kurditî bi ser xwe ve werin. Bêguman di bingeha vê rastiyê de bandoreke diyarker a têkoşîna hemdem hebû. Berxwedana demokratîk a neteweyî bi xwe re nasnameya Kurd, ziman, çand û ji xwe bawerbûn anî. Li dijî zora şer –desthilatdariyê ya pişavtinê- bi darê zorê afirand. Ji berxwedana xweparastinê ji nû ve derketina çand û zimanên netewî re dergûşî dikir.
  • Hebûna Çandî Bi Ziman Pêkan e:
         Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.
       Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin. Hîn ez di heft –heşt saliya xwe de, dema diçûm dibistana seretayî ya Cibînê, (gundê cîranê me) min yek peyv jî bi Tirkî nedizanî. Di çûn û hatina dibistanê de min her dem ji xwe dipirsî; çima em bi Kurdî fêr nabin û çima dibistanên bi Kurdî nîn in? Bêmafiya ku li me dihat kirin, di wan salan de min ferq kiribû. Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye.
    Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, faktoreke herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî xeternaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Divê mijarê de, divê dayîk û zarokên Kurdan xwestekên xwe bi dengekî bilind bînin ziman, reaksiyonên  xwe yên demokratîk raber bikin; ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye.”
    Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di derbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima heta niha Saziyeke Zimanê Kurdî nîn e. Ataturkî jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger heta niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmasiyek e û divê di demek berî demekê  ev kêmasî ji holê were rakirin.
    Her wiha ev yek weke Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku di demeke zûtirîn de, di warê zimanê Kurdî de saziyeke wiha pêk bê. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihîjin biryara sazîbûna Zimanê Kurdî.
  • Divê ji bo Zimanê Kurdî Cihên Azad Werin Afrandin
      Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek zarava têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare bi zemîna ku me afirandiye biaxive, heta dikare bi zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.
    Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare dîroka ziman a heta roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî resen û hevpar ê kurdî saz bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî jî pêş bixe. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Heta ev yek pêk were jî divê her zarava di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman biste, biaxuve û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye.
    Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min tu caran li pêşiya xwe nekir asteng. Hinek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hinek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek zaravayên cuda pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku dê Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng digrin dest, ger wisa bidomînin dê bidin windakirin.
    Di nava me de tu caran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanê tirkî û yê erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirin. Ev heta demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran heta demekê serdest bin, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengiyekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi vê yekê re bi pêş bikeve û serdest be.  Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe.
    Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe rawest e. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir heta dawiyê jî ezê wisa bidomînim” be, her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîn e. Di bingeha xwe de her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengiyekê bi dest bixe. Ez dibêjim ku zarava jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê rêxistin bike. Heke ku bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hinek binaşe (plan) û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.
    Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî nûnertiya paşverûtiyê dike. Tu nirxeke çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e; dijmin, te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku tu ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de wêrankariyeke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkirina min a kurditiyê ne asteng e. Berevajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, humanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.
    Ji aliyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm karmendekî mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezila jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye.
    Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hinek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîn e. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me heta niha ji biratiyê re raber kiriye heta niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşa û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna neteweyî ya ku min bi dirustî wergirtiye nîşanî min dide ku Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.
    Hinek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev derseke mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare heta bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexeyan jî, bi cilan jî nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî jî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hinek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Nexêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi dijminên gel re be? Van her du xalan ez baş ji hev derdixim û pêk tînim.


                                                                                                  

0 yorum:

Yorum Gönder